Kanûn 08, 2018 07:08 Asia/Tehran
  • Tîmên Futsalê yên jin û mêrên Îranê bûn berbijarê tîmên herîbaş ên cîhanê

Tîmên Futsalê yên jin û mêrên Îranê di rêza berbijarên tîmên herîbaş ên cîhanê de cî girtin.

Malpera Cîhanî ya Futsalê (Futsal Planet.com) di dewama nasandina berbijarên bidestxistina pilleya herîbaş li cîhanê, navê tîmên fusalê yên jin û mêrên Îranê jî di rêza 10 berbijarên herî dawîyê yên nasnavê tîma herîbaş a cîhanê di sala 2018`an de ragihand.

Tîmên futsalê yên jin û mêrên Îranê di sala 2018`an de bûn qaremanê Asyayê.

Tîmên Brezîl, Tîma Jêr 18 Salan a Brezîlê, Tîma Bin 20 salaî ya Brezîlê, Tîmên Japon, Ûortugal, Tîma Bin 18 Salî ya Portugalê, Ûrsêt û Spanyayê jî 8 berbijarên din ên bidestxistina pilleya tîma herîbaş a cîhanê d sala 2018`an da ne.

Ferzane Tewesulî û Fatme Êitêdadî ji Îranê di pişka jinan de berbijarên kelevan û futsalîsta herîbaş ên cîhanê ne.

Ji hekeman jî Gêlare Nazimî hekema navnetewî ji Îranê ku hekema pêşbirka fînalê ya Olempîka 2018 a Ciwanên Cîhanê bû, di rêza berbijarên nasnavê herîbaş da ye.