Kanûn 06, 2018 18:23 Asia/Tehran
  • Melevanên îranî bona pêşbirkeyên qehremaniya cîhanê diçin Çînê

Sîna Xulampûr û Emîr Ebas Emrullahî du nûnerên Îranê bona pişkdariya li dewra 14-an a qehremaniya ajnîkirinê sibe dê herine Huanjoya Çînê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr Newsê, Federasiyona melevanî (ajnîgerî) û Waterpoloya Îranê ragihand ku Sîna Xulampûr û Emîr Ebas Emrullahî du nûnerên Îranê bona pişkdariya li dewra 14-an a qehremaniya avjnîkirinê sibe dê herine Huanjoya Çînê.

Ev pêşbirkeya qirare ji 20 hetanî 25 azermeha îsal dê birê keve.

Hemîd Eskenderyun jî wekî murebiyê van du melevanên îranî hevrê digel wan dê gbiçe Çînê.

Sîna Xulampûr dê li melevaniya 50 metr û 100 metr dê pişkdariya vê pêşbirkeyê bike û Emîr Ebas Emrullahî jî li 400 metr û 1500 metr pişkdariya vê pêşbirkeyê bike.