Kanûn 06, 2018 17:10 Asia/Tehran
  • Newara serketinên Mêdî û Ronaldo bizdiya; Goga Zêrîn gihîşte Modrîç

Loka Modrîç Fûtbalîstê 33 salî yê Tîma Neteweyî ya Fûtbalê ya Krowasiyê û Tîma Rêal Madrîda Spanyayê xelata Goga Zêrîn a sala 2018an bir. Vî fûtbalîstî karî newara birina xelatê ji aliyê Mêsî û Ronaldo di salên dawî da qut bike.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Rêûrisma xelatkirina Goga Zêrîn a Fûtbalê li bajarê Parîsê û şûna Kovara Frans Fûtbalê hat lidarxistin.

Li vê rêûrismê, Modrîç Hafbekê Tîma Neteweyî ya Fûtbalê ya Krovasiyê û Tîma Rêal Madrîda Spanyayê ku îsal digel vê tîmê karî di Lîga qaremanên fûtbala ewropayê da buibe qareman û digel Krowatan bibe duyemê cîhanê, wek wergirê xelata Goga Zêrîn hat naskirin.

Mihemed Selah, Fûtbalîstê Tîma Neteweyî ya Fûtbala Misirê û Kilûba Lîvêrpolê, Rafaêl Waran Fûtbalîstê Tîma Neteweyî ya Fûtbala Fransayê û Tîma Rêal Madrîdê û Edên Hazard fûtbalîstê tîma neteweyî ya Bêljîkayê û Tîma Çêlsiya Engilîsê, Kwîn Dî Broîn fûtbalîstê Tîma Bêljîkayê  û Klûba Mençêstêrsîtiya Engilsîê û Herî Kîn fûtbalîstê Tîma Neteweyî ya Fûtbala Engilîsê û êrîşkerê Klûba Tatinhama vî welatî bi rêzê li pileyên pêncem heta dehem a fûtbalîstên sereke yên sala 2018an cih girtin.

Her wiha Kîliyan Empabê Fûtbalîstê Tîma Neteweyî ya Fûtbala Fransayê û Klûba Parîsen Jêrmenê wek baştirîn fûtbalîstê ciwan ê bin temenê 21 salî yê Fûtbalê hat hilbijartin û xelata Rîmond Kopa wergirt.