Tîma Neteweyî ya Fûtsala Îranê li tûrenmenta sêalî ya Slovakyayê bû qehreman
Kanûn 06, 2018 15:57 Asia/Tehran
Tîma Neteweyî ya Fûtsala Îranê bi wekheviya bê goll li hemberî Slovakyayê gihêşte dereceya qehremaniyê û tûrenmenta sê alî ya Slovakyayê bi dest xist.
Li gor rapora IRNAyê Tîma Neteweyî ya Fûtsala Îranê li pêşbirkeya xwe ya yekim li hemberî Rûsyayê 5-4 serket.
Pêşbirkeyên sêalî yên Slovakyayê ji 4 Kanûnê despê bûne.
Tîma Neteweyî ya Fûtsala Îranê ku xwe ji bo qonaxa despêkê ya pêşbirkeyên kûpên netewên Asyayê û Kûpa Cîhanî ya 2020 amade dike, piştî vê turnmentê bi Serbistanê re dikeve rikeberiyê daku dosiya Tîma Neteweyî ya Fûtsala Îranê li vê salê were girêdanê.