Kanûn 03, 2018 12:23 Asia/Tehran
  • Îranê di rêza pêncem a Olempîyada Cîhanî ya Kişikê da cî girt

Li gorî rêzebendîya Pêşbirkên Kişika Olempîyada Cîhanî ya Jêr 16 Salan, Îranê di rêza pêncem a van pêşbirkana da cî girt.

Tîma Kişika Îranê di encama Pêşbirkên Kişika Olempîyada Cîhanî ya Jêr 16 Salan da di 9 pêşbirkên li hemberî reqîbên xwe da 6 caran bir û 3 caran jî derda.

Di dawîya van pêşbirkana û li gorî rêzebendîya Pêşbirkên Kişika Olempîyada Cîhanî ya Jêr 16 Salan, tîma Îranê di rêza pêncan da cî girt. Eva di halekî da bû ku berî van pêşbirkana jî hatibû texmînkirinê ku tîma Îranê wê di rêza pêncan da cî bigire.

Tîma Kikişka Îranê di Pêşbirkên Kişika Olempîyada Cîhanî ya Jêr 16 Salan da ji tîmên Romanî, Slovakî, Çîn, Serbistan, Blarus û Amerîkayê bir û li hemberî tîmên Serîlanka, Uzbekistan û Hindê jî derda.

Li gorî rêzebendîya Pêşbirkên Kişika Olempîyada Cîhanî ya Jêr 16 Salan, tîma Uzbekistanê bû qareman, tîmên Hind û Çînê jî di rêzên duyem û sêyem da cî girtin. Tîma Blarusê jî di pilleya çaran da cî girt.