Mijdar 10, 2018 20:57 Asia/Tehran
  • Kopa qehremaniya fûtbala Asiyayê çû Japonê û Pêrspolîsê jî meqama dudyan bi dest xist

Li pêşbirkeya di navbera Pêrspolîsa Îranê û Kaşîma Antêlrza Japonê li Sporgeha Azadiya Têhranê encama 0-0 hate dest .

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News'ê, Pêşbirka fûtbalê di navbera Pêrspolîsa Îranê û Kaşîma Antêlrza Japonê ku îro li Sporgeha Azadiya Têhranê birê ket, bi encama 0-0 kuta bû û ji ber ku li Japonê tîma vî welatî du gul li Pêrspolîs xistibûn, Kaşîma Antêlrz bû qehreman û tîma fûtbala Pêrspolîsê jî meqama dudyane kopa fûtbala Asiyayê bi dest xist.

Pêşbirkeya di navbera Kaşîma Antêlrza Japon û Pêrspolîsa Têhranê saet 18:30 ser wexta Têhranê birê ket û zêde ji 100 hezar temaşevan jî bona dîtina vê pêşbirkeyê çûbûne sporgeha Azadiyê.