Mijdar 10, 2018 18:49 Asia/Tehran
  • Karatekarên îranî 2 mîdalên Zîv û Tûnc li Pêşbirkên Spanyayê bi dest xistin

Karatekarên îranî di Pêşbirkên Karatê yên Qaremanîya Cîhan-2018`ê da mîdaleke Zîv û yeka Tûnc bi dest xistin.

Seccad Genczade karatekarê îranî di 24`emîn dewra Pêşbirkên Karateya Qaremanîya Cîhanê li Spanyayê di pêşbirka fînala +84 kîlogiramê de mîdala Zîv bi dest xist.

Zebîhullah Pûrşêyb karatekarê îranî yê kêşa -84 kîlogiramê jî li reqîbê xwe yê Qazaqistanî bir û mîdala Tûnc bi dest xist.

24`emîn dewra Pêşbirkên Karateya Qaremanîya Cîhanê ji roja sêşemê va bi pişkdarîya karatekarên ji 140 welatên cîhanê bi mazûvanîya şarê Madrîd paytexta Spanyayê destpê bûne û dê heta sibê bidomin.

Van pêşbirkana renkînga herî bilind a cîhanî ya Karateyê ji bo bidestxistina belgeya pişkdarîya li Olempîka 2020 a Tokyoyê hene.