Mijdar 10, 2018 11:47 Asia/Tehran
  • Tênîsbazê îranî bû qaremanê Pêşbirkên Navnetewî yên Imaratê

Sîna Moqîmî tênîsbazê ciwan ê îranî bû qaremanê Pêşbirkên Navnetewî yên Imaratê.

Tênîsbazê ciwan ê îranî wekî nunerê Îranê li Pêşbirkên Navnetewî yên Imaratê di roja dawîyê ya van pêşbirkana de di pêşbirka fînalê ya çiqa Dukesî de digel tênîsbazê hevkarê xwe yê ji Tayvanê derketin pêşberî tîma Komara Çêkê û ji vê tîmê birin û bûn qareman.

Tênîsbazên ji Îran, Hind, New Zeland, Amerîka, Serbistan, Ingilîs, Sûrîye, Komara Çêkê, Tirkîye, Bulgaristan, Fransa, Polonya, Îrlend û Uzbekistanê li Pêşbirkên Navnetewî yên Imaratê pişkdar bûn.