Mijdar 10, 2018 07:23 Asia/Tehran
  • Tîma Futbola Perravê ya Îranê derbasî fînala Kapa Navbera Parzemînan bû

Tîma Futbola Perravê ya Îranê 3-1 li tîma Misrê bir û derbasî fînala Kapa Navbera Parzemînan bû.

Tîma Futbola Perravê ya Îranê şeva buhurî di qonaxa berî fînal êde derket pêşberî tîma Misrê û 3-1 lê bir û derbasî fînala Kapa Navbera Parzemînan bû.

Tîma Futbola Perravê ya Îranê îro dê ji bo bidestxistina qaremanîya derkeve pêşberî tîma serketî ya pêşbirka di navbera Rûsîye û Birêzîlê de.

Eva cara sêyem e ku tîma Futbola Perravê ya Îranê digihêje fînala Kapa Navbera Parzemînan.

Pêşbirkên Kapa Navbera Parzemînan bi pişkdarîya 8 tîmên serketî û sereke yên cîhanê (Spanya, Birêzîl, Imarat, Îran,Misr, Rûsîye, Amerîkayê bi mazûvanîya Imaratê tên lidarxistin.