Kûpa nav-cemserî ya fûtbola peravê/ seketina tîma Îranê li hemberî tîma Rûsyayê
Tîma Neteweyî ya fûtbla peravê ya Îranê li pêşbirkeyên kûpa nav-cemserî ya fûtbola peravê ya 2018 li Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (MYE) li hemberî tîma Rûsyayê bi encama 3-2 serket û bû tîma yekem li dewra berî fînalê.
Li gor rapora IRNA, Tîma Neteweyî ya fûtbla peravê ya Îranê li pêşbirkeyên kûpa nav-cemserî ya fûtbola peravê ya 2018 li Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (MYE) şeva çûyî li hemberî tîma Rûsyayê bi encama 3-2 serket.
Tîmên Îran û Rûsyayê berî vê yekê her kîjan du serketin bi dest xistibûn û derbasî dewra berî fînalê bûbûn û şeva çûyî ji bo ku tîma yekim a koma B diyar bibe bi hev re ketin qada rikeberiyê.
Tîmên Îran, Rûsya, Tahîtî û Amerîkayê koma B pêk tînin. Tîma Îranê li pêşbirkeya xwe ya yekim de bi encama 8-1 li hemberî tîma Amerîkayê serket û li pêşbirkeya duyem bi encama 4-2 li hemberî tîma Tahîtî serket.
Tîma Îranê li dewra berî fînalê bi tîma Misrê re ji koma A dilîze û tîma Rûsyayê jî bi Brazîl ku tîma yekim a koma A ye dilîze.