Mijdar 05, 2018 16:15 Asia/Tehran
  • Sûpêrlîga Guleşta Îranê, Tîma Bîmêyê Razî ya Erdebîlê derbasî fînalê bû

Tîma Bîmêyê Razî ya Erdebîlê wekî yekem tîm derbasî qonaxa fînalê ya sûpêrlîga Guleşta Ferengî ya Îranê bû.

Li gorî rapora Fêdêrasyona Guleşta Îranê, qonaxa dawîyê ya pêşbirkên sûpêrlîga Guleşta Ferengî vê sibê li salona werzişî ya Şohedayê Heftê Tîrê ya Têhranê destpê bû.

Di pêşbirka yekem de, tîma Bîmêyê Razî ya Erdebîlê 10-0 ji tîma Şehrdarîyê Meşhedê bir û derbasî fînalê bû.

Pêşbirkek jî di navbera tîmên Sîna Senet a Îzê û Şohedayê Mudafêyê Herem a Qumê hat lidarxistinê.