Mijdar 05, 2018 09:38 Asia/Tehran
  • Nûnerên Îranê li Dora çarem a Pêşbirkên Vovînama Qaremaniya Asyayê sê mîdalên zêr û zîv wergirtin

Nûnerên îranê di roja yekem a Dora çarem a Pêşbirkên Vovînama Qaremaniya Asyayê li Baliya Endonizyayê karî du mîdalên zêr û zîvekê werbigirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mêhrê, Di Dora çarem a Pêşbirkên Vovînama Qaremaniya Asyayê Eşkan Debaxzade ji tîma Îranê li giraniya 54 Kîlogeremê mîdala zîvê ya van pêşbirkan bir. Li giraniya 64 Kîlogeremê jî Ehmed Nîk Kar ji hevrikên xwe yên ji Nêpal, Efxanistan û Kambûcê bir û karî mîdala zêrê ya vê dora pêşbirkan bi dest bixe. Suhêyl Nûhî jî li giraniya 77 Kîlogeremê piştî serketina li hemberî hevrikên xwe ji Kambûc û Efxanistanê , mîdala zêrê wergirt.

Li van pêşbirkan Mihemed Nûhî ji tîma Îranê wek Serokê Konfêdêrasiyona Asyayê û Cîgirê serokê Fêdêrasiyona Cîhanî ya Vovînamê li rêûrisma bidawîhatinê axivî.

Dora çarem a Pêşbirkên Vovînama Qaremaniya Asyayê roja Yekşemiyê bio beşdariya 16 tîman ji welatên Îran, Efxanistan, bengiladêş, kambûc, Endonizya, Iraq, Japonya, Laûs, Nêpal, Miyanmar, Fîlîpîn, Çîna Taype û Viyêtnamê bi mazûvaniya welatê Endonizyayê li Baliyê hat lidarxistin.