Prodoktorê îranî xelata Mêhrigana Navnetewî ya Fîlman a Istenbolê bi dest xist
Xelata prodoktorê herîbaş ê fîlmên dirêj a Mêhrigana Navnetewî ya Fîlman a Bogazîçî ya Istenbolê pêşkêşî Pêyman Moadî prodoktorê îranî hat kirin.
Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Anaduloyê, şeşemîn Mêhrigana Navnetewî ya Fîlman a Bogazîçîya Istenbolê ku ji 27`ê Cotmehê ve destpê bibû, duh piştî pêşkêşkirina xelatan bo kesên bijartî bi dawî hat.
Xelata prodoktorê herîbaş ê fîlmên dirêj a Mêhrigana Navnetewî ya Fîlman a Bogazîçî ya Istenbolê pêşkêşî Pêyman Moadî prodoktorê îranî ji ber fîlma ``bomb, yêk aşêqanê`` (Bombe, Evîndaraneyek) hat kirin.
Babek Celalî prodoktorê din ê îranî jî bi fîlma Serzemîn (war,welat) xelata taybet a desteya hekeman a vê mêhrigana navnetewî bi dest xist.
88 fîlm ji 41 welatên cîhanê di pişkên curbicur ên vê mêhriganê de hatin nîşandanê.