Raghandina bernama pêşbirkên fûtbola heft kesî ya Asiya-Oqyanûsiyê
Bernama pêşbirkên Îran û tîmên din ên beşdar li pêşbirkên fûtbola heft kesî ya Asiya û Oqyanûsiyê ku biryar e bi mazûvaniya Kîşê were lidarxistin, hat raghandin.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, û ji zarê federasiyona werzişên canbaz û kêmendaman, pêşbirkên fûtbola 7 kes ya qehremaniya Asiya û Oqyanûsiyê sê heya 8 heştê Azermahê bi mazûvaniya Îranê li girava Kîşê tê lidarxistin.
Xêncî Îranê, tîmên Awistralya, Koreya başûrî, Tayland û Urdinê jî beşdarên din ên vê pêşbirkê ne.
Beriya destpêbûna fermî ya van pêşbirkan, polbendiya tîmên beşdar tê lidarxistin, pişt re ev pêşbirk bi awayekî fermî ji 3 Azermahê destpê dibe.
Li dawiya pêşbirkên fûtbola 7 kesî ya qehremaniya Asiya û Oqyanûsiyê, tîma qehreman para pêşbirkên cîhanî yên 2019`an bi dest dixe.