Mijdar 04, 2018 17:13 Asia/Tehran
  • Tîma Xwendekarên Zannîgehên Îranê di rêza 8 tîmên sereke yên Asyayê de ye

Tîma Xwendekarên Zannîgehên Îranê ji tîma Malêzîyê bir û di rêza 8 tîmên sereke yên Asyayê de cih girt.

Li gorî rapora Fêdêrasyona Netewî ya Werzişên Xwendekarên Zanîngehan a Îranê, tîma futbolê ya Zanîngeha Êlmî-Karbordîyê di pêşbirka sêyem a di qonaxa komkî ya pêşbirkên futbola Qaremanîya Zanîngehên Asyayê de ji 6-0 ji tîma Malêzîyê bir û di rêza 8 tîmên sereke yên Asyayê de cih girt.

Tîma futbolê ya Zanîngeha Êlmî-Karbordîyê ku wekî nunera Îranê di van pêşbirkên asyayî de pişkdar bûye bi sê serketinên li hemberî tîmên Çîn, Hong Kong û Malêzîyê wekî tîma yekem a Koma A`yê derbasî qonaxa din bû.

Çaremîn dewra Pêşbirkên Futbola Zanîngehên Asyayê ji 28`ê Cotmehê va li şarê Jin Jiyang ê welatê Çînê destpê bûye û dê heta 11`ê Mijdarê bidome.