Nimandina peykera zaniyarê îranî li zanîngeha Madrîdê
Peykera Ebû Elî Sîna zaniyarê îranî li zanîngeha Aotonoma a Madrîda Spanyayê hat nimandin.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Fars News'ê, piştî merasima nimandina peykera zaniyarê îranî, civîna rêzgirtina ji Ebû Elî Sîna li zanîngeha Aotonomaya Madrîdê bi beşdariya mamostên spanyayî hat lidarxistin ku têde Ebulfezl Kaşanî kardarê demkî yê balyoxana Komara Îslamî ya Îranê li Spanyayê got: "Ebû Elî Sîna hekîm, feylesof, matematîkzan, pizîşk, sterknas, mûsîqînas, helbestvan, feqîh, arif û siyasetvanê mezin ê serdema xwe bû".
Dîplomatê îranî destnîşan kir Ebû Elî Sîna ji zanista ramanwerên rojhilat û rojavayê behre wergirt û hasila zanist û tecrubên xwe wek mîrata cîhanî danî ber destê mirovahiyê.
Ebû Elî Sîna zaniyarê îranî, 450 pitûk li warên curbicur nivîsîne ku hejmareke zêde ji wan li bara pizşîkî û feslsefê ye.
Corc Sarten li pirtûka "Dîroka zanistê", Ebû Elî Sîna wekî yek ji zaniyarên herî mezin ê pizîşkiya cîhanê bi nav kir. Her wiha danişnama felsefa zanîngeha Tênêsiyê, zaniyarê îranî wekî zaniyarê herî bi bandor ê cîhanê beriya dewrana modern daye nasandin.