Cotmeh 10, 2018 16:36 Asia/Tehran
  •  Îran derket pila sisyan a xişteya Pêşbirkên Para Asiyayî ya 2018` an

Karwanê werzişa Îranê li pêncemîn roja Pêşbirkên Para Asiyayî ya 2018` an a Endûnizyayê heya niha bi bidestxistina sercem 77 mîdalan derbasî pila sisyan a xişteya pilebendiya belavkirina medalan bûye.

 Karwanê werzişî ya Îranê li Pêşbirkên Para Asiyayî ya 2018` an  a Endûnizyayê heya niha bi bidestxistina 28 mîdalên  zêr, 23 zîv û 26 mîdalên tûnc li pila sisyan a xişteya  pilebendiya  belavkirina mîdalan de cih girt.

 Li gorî xişteya belavkirina  mîdalan, Çîn bi bidestxistina 97 zêran, 42 zîvan û 38 tûncan derketin pila ewil û Koreya Başûr bi 33 zêran, 31 zîvan û 23 tûncan di pila dudiyan de ne.

 Sêwem dewra Pêşbirkên Para Asiyayî ya 2018` an  ji 6 heya 13ê Cotmehê bi beşdariya 2 hezar û 880 werzişkaran ji 41 welatan li 18 riştên werzişê bi mazûvaniya Cakartaya paytexta Endûnizyayê li halê lidarxistinê ye.

 Komara Îslamî ya Îranê bi 209 werzişkaran û li 13 riştên werzişê li sêwemîn dewra pêşbirkên  para asiyayî ya 2018`an  a Cakartayê de ye.