Cotmeh 10, 2018 16:20 Asia/Tehran
  •  Fûtbolîstê Îranî, hafbekê herî baş ê mêjûya kapa gelên Asiyayê

Elî Kerîmî fûtbolîstê îranî li gorî raya bikarhênerên malpera konfederasyona fûtbola Asiyayê (AFC) wek hafbekê herî baş ê mêjûya kapa gelên Asiyyaê hat bijartin.

  Li gorî rapora IRIB News`ê, malpera konfederasyona  fûtbola Asiyayê bereberê kapa gelên fûtbola 2019`an  a vê parezemînê,  berbijarê herî baş ê hafbeka dîroka  kapa gelên Asiyayê da nasandin û ji bikarhnerên înternetê xwest ku bila hafbekê herî baş ê dîroka van pêşbirkan hilbijrêrin ku serê axir  Elî Kerîmî hafbekê berê yê tîma  neteweyî ya Fûtbola Îranê û  başgeha Pêrspolîsê derket pila ewil.

 Pêştir Elî Dayî stêrkê berê yê tîma  neteweyî ya fûtbola Îranê jî karîbû wek êrişkirê herî baş ê dîroka kapa gelên Asiyayê were bijartin.