Karwanê werzişa Îranê panzdehemîn mîdala Zêr a Pêşbirkên Par-Asya 2018ê bi dest xist
Cotmeh 09, 2018 17:29 Asia/Tehran
Rûhullah Rustemî weznehilgirê îranî him mîdaleke Zêr bi dest xsit û him jî rêkorek di çiqa 72 kîlogiramê ya cîhanê de ser navê xwe tomar kir.
Di duyemîn roja pêşbirkên weznehilgirtinê di çarçova Pêşbirkên Par-Asya 2018-Endonêzîyê de, Rûhullah Rustemî weznehilgirê îranî yê çiqa 72 kîlogiramê mîdala Zêr bi dest xist.
Rûhullah Rustemî berî vîya karîbû mîdala Zîv a Par-Olempika 2012-Londonê bi dest bixe.
Weznhilgirê iraqî yê vê çiqê jî mîdala Zîv û weznehilgirê tirkmenistanî jî mîdala Tûnc bi dest xistin.