Cotmeh 09, 2018 11:16 Asia/Tehran
  • 5 mîdalên din ji bo karwana werzişî ya Îranê li Dora Sêyem a Pêşbirkên Asyayî yên Para Asyayî ya 2018an hatin bidestxistin

Karwana werzişî ya Îranê di dewama 5 mîdalên din ji bo karwana werzişî ya Îranê li Dora Sêyem a Pêşbirkên Asyayî yên Para Asyayî ya 2018an a Endonizyayê mîdaleka zêr, du zîv û du tûnc wergirtin.

Li gorî rapora IRNAyê, Di dewama rikeberiyên Dora Sêyem a Pêşbirkên Asyayî yên Para Asyayî ya 2018an li Cakartaya Endonizyayê, roja Sêşemiyê li çiqa Bezê û madeya Kewkîkirina Giraniyê, Mêhdî ewlad bi kewkîkirina giraniyê bi qasî 14 mitran, mîdala zêrê wergirt. Nûrmihemed Arxî jî li vê madeyê bi 12 mitr û 64 santîmitra mîdala zîvê wergirt.

Her wiha Hacer Seferzade di çiqa Beza 200 Mitr bi tomarkiirna dema 27/94 Çirke piştî werzişkara ji Taylendê bû duyem û mîdala zîvê wergirt.

Îro û beriya van sê mîdalan, Ehmedê Ocaqlû li çiqa Beza 200 Mitr û Ozra Mehdewî Kiyayê li çiqa Kewkîkirina Rimê mîdalên Tûncê wergirtibûn.

Dora Sêyem a Pêşbirkên Asyayî yên Para Asyayî ya 2018an ji 6 heta 13ê Cotmehê bi beşdariya 2 hezar û 880 werzişkaran ji 41 welatan ji 18 çiqên werzişî bi mazûvaniya Cakartaya paytexta Endonizyayê tên lidarxistin.

Komara Îslamî ya îranê bi 209 werzişkaran li 13 çiqên werzişî beşdarî Dora Sêyem a Pêşbirkên Asyayî yên Para Asyayî ya 2018an li cakartayê bûye; heta niha werzişkarên Îranê bi wergirtina 10 mîdaklên zêr, 9 zîv û 12 tûncan di pileya pêncan a van pêşbirkan da cih girtine.