Cotmeh 08, 2018 10:44 Asia/Tehran
  • Jina îranî li çiqa Tîravêtinê ya  Pêşbirkên Para Asyayî ya 2018an mîdala zêrê wergirt

Sareya Cewanmerdî, Jina Tîravêj a Îranî di duyemîn roja Pêşbirkên Para Asyayî ya 2018an sêyemîn mîdala zêrê ya Karwana Werzişî ya Îranê li çiqa Tîravêtinê bi dest xist.

Li gorî rapora IRNAyê, Sareya Cewanmerdî, Tîravêja nivîşkan (kêm-endam) a karwana werzişî ya Îranê roja Duşemiyê di duyemîn roja lidarxistina Pêşbirkên Para Asyayî ya 2018an li Cakartaya Endonizyayê û li pêşbirka Fînalê ya 50 Mitr, bi torandina werzişkarên Japonya, Çîn, Koreya Başûr, Hind û Ozbekistanê bû qareman û mîdala zêrê wergirt.