Tekwandoya grendpirî: Muhemedî dorande Koreyê û wêde çû/Dawiya karê Îranê bi du zîv û tûncan
Dosiya tîma şeş kesî ya Îranê li duwemîn qonaxa pêşbirkên Grendpirî yên sala 2018`an bi du zîv û tûncekê li Moskowayê hat girêdan.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, vê dewra pêşbirkan îniyê 19 Murdadê bi beşdariya 256 têkwandokaran ji 58 welatan bi mazûvaniya Rûsiyê destpê bû û tîma Îranê bi 6 tekwandokaran beşdariya van pêşbirkan kiribû û bi du zîv û tûncan karê xwe bi dawî anî.
Ehmed Muhemedî, dawîn nûnerê Îranê bû ku vê sibê li wezna bin 87 kgê destpêka Hernandzê ji Domenkînê 10-9 işkest da û di dewamê de 23-17 encam spart destê Hûn Kîm ji Koreya başûrî û wêde çû.
Ji bo tîma Îranê li vê dewra pêşbirkan, Armîn Hadîpûr, medaleke zîvê û Ebulfezl Yeqûbî jî medaleke tûncê bi dest xistin. Sirûş Ehmedî, Muhemed Kazimî, Secad Merdanî û Ehmed Muhemedî jî ji dora pêşbirkan hatin wêdebirin.