Nasandina endamên tîma beskêtbola sê kesî ya Îranê li lîstikên asiyayî yên 2018`an
Tebax 12, 2018 18:32 Asia/Tehran
Malpera fermî ya lîstikên asiyayî ya Cakartayê, navên beskitbolîstên sê kesî yên Îranê ragahnd.
Li gorî rapora ISNA`yê, lîstikên asiyayî yên 2018an adwiya Murdada îsal li Endûnizyayê tê lidarxistin ku tîmên Beskitbola sê kesî ya jin û mêrên Îranê beşadrê van lîstikan dibin. Bi vî awayî malpera fermî ya lîstikên asiyayî dest bi nasandina beskitbolîstên hazir kir ku ji her tîmên mêran û jinan, çar lîstikvan ji bo beşdariya li lîstikan ji aliyê kadra teknîkî tên bijartin.
lîsteya tîmên neteweyî yên mêran û jinên Îran ew in.
Tîma jinan:
Şeyda Şucayî, Nahîd Esedî, Zehra Edaletxwah, Sumeye Sbitzade û Kîmya Yezdiyan Têhranî
Tîma mêran:
Muhemed Yûsifwend, Îhsan Semedî, Elî Ellahwerdî, Emîr Huseyn Azerî, Newîd Xacezade û Secad Pezrefte