Serketina nûnerê beza Îranê li pêşbirkên cîhanî yên Fenlandê
Tîrmeh 14, 2018 13:05 Asia/Tehran
Nûnerê ciwan ê beza Îranê bi şikandina rekora neteweyî ya beza 400 mêtrê li 17 mîn dewra pêşbirkên qehremaniya ciwanên cîhanê, derbasî pêşbirka dawiyê ya van pêşbirkan bû.
Li pêvajoya lidarxistina pêşbirkên qehremaniya ciwanên cîhanê li Tamperê ya Fenlandê, Mehdî Pîrcehan, nûnerê jêhatî yê Îranê tevî şikandina rekorda neteweyî ya ciwanên Îranê li 400 mêtrê karî ku di 50:98 kêliyan ji qonaxa berî faynalê derbasî qonaxa faynalê bibe.
Qonaxa dawiyê ya 400 mêtrê îro êvarê tê lidarxistin.