Serketina voşokarên Îranê li pêşbirkên cîhanî yên Birazîlê
Tîrmeh 14, 2018 13:03 Asia/Tehran
Voşokarên Îranê roja îniyê li duwem roja pêşbirkên qehremaniya ciwanên cîhanê bi kiryareke serketî, medaleke zêrê, medaleke zîv û du medalên tûnc li beşa Taloyê û heşt seketin li beşa Sandayê bi dest xistin.
Heftemîn dewra pêşbirkên voşoya qehremaniya ciwanên cîhanê ji roja Pêncşemiyê va bi beşdariya 400 voşokaran ji 45 welatan bi mazûvaniya Birazîlê û li bajarê Birazîlyayê xebata xwe destpê kiriye û dê heya Yekşemiyê şevê bidome.
Tîma voşoya Îranê li du beşên Sanda û Taloyê ya keç û kuran li hefetmîn dewra pêşbirkên voşoya qehrmaniya ciwanên cîhanê li Birazîlê beşdarî kiriye.