Hezîran 14, 2018 17:50 Asia/Tehran
  • Nûçeyên sporê

Fîfa lîsteya hêtimalî ya endamên her du tîmên Îran û Merakişê ragihand

Li gor rapora IRIB Newsê Fîfa lîsteya hêtimalî ya endamên her du tîmên Îran û Merakêşê ragihand.

Ser bawera Fîfa Îran li pêşbirkeya tev Merakişê dê van sporvanên xwe bişîne meydanê.

Elîriza Bêyranvend, Mîlad Muhemedî, Murtêza Pûrelî Gencî, Rûzbêh Çişmî, Pêjman Muntezirî, Mesûd Şucayî, Ehsan Hac Sefî, Omîd Îbrahîmî, Vehîd Emîrî, Serdar Azimûn û Elîriza Cîhanbexş.

Hatiye ragihandin ku Merakêş jî dê van sporvanên xwe bişîne meydanê

Menîra Elkacoyî, Hemze Mendîl, Romen Sayîs, Mehdî Bin Etiye, Eşref El-Hekîmî, Hekîm Zîx, Mubarek bûsefa, Yûnês Bêlhênda, Kerîm El-Ehmedî, Nûredîn Amrabat,û Xalêd Bûteib.

Sibe îniyê saet 19:30 ser wexta Têhranê dê pêşbirkeya di navbera tîma fûtbala Îranê û Merakişê destpê bibe.

 

Tîma Volîbala keçikên Îranê yên temen kêmtir ji 19 sal li hemberî Hindûstanê ser ket.

Li pêşbirkeya volîbala keçikên kêmtir ji 19 sal ya parzemîna Asiyayê ku li Viyêtnamê li halê birê ketinê ye, tîma netewî ya volîbala Îranê îro pêncşemê li qunaxa berî fînalê li hemberî tîma netewî ya Hindûstanê serket

 

Pîngpongbazê îranî kete nav lîsteya sporvanên serekeye Tora Koreya Bakûrî

Pîngpongbazê îranî bi serketina ji nav lîsteya grûpî ya tora Koreya Bakûrî kete nav lîsteya sporvanên sereke yê vî welatî.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Qunaxa grûpî ya Pîngponga tora Koreya Bakûrî kuta bû û Mîadê Lotfî bi du serketinan û işkestekê kete nav lîsteya cedwela sereke.

Mîad Lotfî li hemberî sporvanên Çîn û Viyêtnamê serket û li hemberî sporvanê Koreya Bakûrî rastî işkestê hat.