Hezîran 14, 2018 15:57 Asia/Tehran
  • Destpêbûna heyva cîhanî ya Fûtbalê

Dewra 21-an a Kopa cîhanî ya Fûtbalê hetanî çend saetên din dê destpê bibe.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA,yê, Serê axirê roja girîng a fûtbalî gihêşt û heta çend saetên din cejna fûtbalî ya dewra 21-an a kopa cîhanî ya fûtbalê li Rûsiyayê destpê bibe.

Kopa cîhanî ya fûtbalê tenê yê 32 welatên ku bona vê pêşbirkeyê hatine bijartin nîne ji ber ku hemû ew kesên ku hejî sporafûtbalê dikin ji vê mecala çêbûyî behre digrin.

Niha dinav Rûsiyayê da rewşekî ecêb heye û temaşevanên fûtbalê ji seranserî cîhanê xwe gihandine bajarên Rûsiyayê ta ku bikaribin biçin sporgehan û berê xwe bidin van pêşbirkeyan.

Xîncî viya ku li mudeha destpêbûna kopa cîhanî ya fûtbalê pêşbirkeyên balkêş destpê dibin û hinek ji tîmên heyî renge rûdawên ecêb bixuliqînin, jinêhrîna din em dikarin bêjin kopa cîhanî ya fûtbalê mecalekî başe bona nasandina netewan, li vê kopê mirov dikare çanda welatan jî nas bike û ser diroşm û sembolên her welatek agehdariyên baş bînedest.

Li festîvala kopa cîhanî yafûtbala îsal hinek welatên wekî Panama û Îslendê hene ku cara ewilê ye pişkdariya vê kopê kirine.

Îslend ku her çend cara ewilê ye gihêştiye vê qunaxê û tîmafûtbala Îslendê herçend jî tîmekî baş e lê rastî evaye ku ev li pêşbirkeya ewile Îslendê, fûtbalîstên vî welatî qirare tev tîma Arjantînê bikevine rikeberiyê , herwisa Panama jî ku cara ewile hatiye kopa cîhanî ya Fûtbalê dixwaze li hemberî tîma fûtbala Amerîka serkeve û rudawekî ecêb bixuliqîne.

Li herhal Kopacîhanî ya Fûtbalê îro bi rêkeberiya tîma Rûsiyayê ku mazovane li hemberî tîma Erebistanê destpê dibe