Hezîran 14, 2018 14:43 Asia/Tehran
  • Dawerekî Tirkiyê pêşbirkeya fûtbala di navbera Îranê û Merakişê daweriyê dike

Li pêşbirkeya di navbera Tîma Netewî ya Fûtbala Îranê û Merakişê li çarçîva Kopa cîhanî ya Fûtbalê li Rûsiyayê, dawerekî Tirkiyê dê daweriyê bike.

Li gor raporaajansa nûçan a Mêhr Newsê, Komîteya dawerên navnetewî yên Fûtbalê ragihand ku dawerê  pêşbirkeya Tîma Netewî ya Fûtbala Îranê û Merakişê li çarçîva Kopa cîhanî ya Fûtbalê li Rûsiyayê Cunyêt Çakir ji Tirkiyê ye.

Behaedîn Doran û Tarîk Ongun hevwelatiyên Çakir jî dê hevrêtiya wî bikin li dawerîkirina pêşbirkeya fûtbala du tîmên Îranê û Merakişê.

Pêşbirkeya fûtbala di navberadu tîmên Îran û Merakişê sibe îniyê serê saet 19:30 ser wexta Têhranê dê destpê bibe.