May 16, 2018 12:09 Asia/Tehran
  • Serketina tîma Istiqlala Têhranê di qonaxa heşt yeka dawiyê ya Lîga Qaremanên Asyayê

Pêşbirka tîmên Istiqlala Têhranê û Zob Ahena Îsfehanê li qonaxa heşt yeka dawiyê ya lîga qaremanên Asyayê li halekî bi serketina şînpûşên Têhranê bi dawî hat ku êrîşkerê biyanî yê Istiqlalê mêrê yekem lui meydanê bû.

Li gorî rapora Mehr Newsê, Pêşbirka vegeriyanê ya tîmên fûtbalê yên Istiqlala Têhranê û Zob Ahena Îsfehanê li qonaxa heşt yeka dawiyê ya Lîga qaremanên Asyayê ji saet 20:45 di roja Sêşemiyê da li werzişgeha Azadiyê dest pê bû ku ev pêşbirk bi encama 3-1 ser xêra kirasşînên Istiqlalê bi dawî bû.

Mame Tiyam Lîstikvanên çermreş ê biyanî yê Tîma Istiqlalê li vê pêşbirkê serketî bû û sê gulên Istiqlalê derbasî derwazeya Zob Ahenê kirin.

Bi vî rengî Tîma Istiqlala Têhranê ji bo lîstina li Lîga Qaremanên Asyayê bû hevseferê Pêrspolîsê (Pîrozî) .