May 15, 2018 18:51 Asia/Tehran
  • Tîma Bezê ya jinên nivîşkan a Zencanê bû qaremana Îranê

Tîma Bezê ya jinên nivîşkan a Zencanê bû qaremana pêşbirkên beza xatûnên canbaz û kêmendam ên Îranê.

Li gorî rapora FARS NEWS`ê, 32`emîn dewra pêşbirkên qaremanîya beza jinên canbaz û kêmendam bi pişkdarîya 134 werzişkatên jin ji 28 parêzgehên Îranê hat lidarxistinê ku li dawîyê tîma Zencanê bi 27 poenan bû qareman.

Tîma Xûzistanê bi 25 poena li rêza duyem û tîma Azerbaycana Rojhilat jî bi 23 poenan li rêza sêyem a vê dewra pêşbirkan cî girtin.

Kesên ku asta pêwîst li vê dewra pêşbirkên beza jinên nivîşkan û canbaz ên Îranê bi dest xistin, dê ji bo pişkdarîya li dewrên amadekarîya tîma netewî bi merema pişkdarîya li pêşbirkên Par-Asyayê ku dê li Cakartayê bên lidarxistinê, bên gazîkirinê.