May 15, 2018 18:02 Asia/Tehran
  • Persepolisê ji Al Jazeerê bir

Tîma futbolê ya Persepolis a Îranê ji tîma Al Jazeer`ê bir û karî derbasî qonaxa bijartina 4 tîmên sereke ya Lîga Qaremanên Asyayê bibe.

Tîma futbolê ya Persepolis a Îranê îro li pêşbirka mazûvanîyê li Werzişgeha Azadî ya Têhranê derket pêşberî tîma Al Jazeere ya Imaratê û li dawîyê 2-1 jê bir.

Bi vî awayî tîma futbolê ya Persepolis a Îranê karî yekem tîm be ku derbasî qonaxa bijartina 4 tîmên sereke ya vê dewra Lîga Qaremanên Asyayê bibe.