May 14, 2018 15:52 Asia/Tehran
  • Tîmên guleştên azad û ferengî yên hêzên çekdar çûn Rûsyê

Tîmên guleştên azad û ferengî yên hêzên çekdar bona beşdariya li Pêşbirkên Qaremaniya Leşkerên Cîhanê çûn Rûsyê.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, dewra 33`an a Pêşbirkên Qaremaniya Leşkerên Cîhanê, wê rojên  25 heya 30 meha Ordîbêhêşta sala 1397`an a Koça Tavî beranberî 15 heya 20 `ê Gulan a îsal li bajarê Moskovaya paytexta Rûsyê werin lidarxistin.

Li gorî bernama rikeberiyan, pêşbirkeyên di çiqa guleşta azad de wê rojên 25, 26 û 27 meha Ordîbihêştê beranberî 15, 16 û 17`ê meha Gulanê û li çiqa guleşta ferengî jî wê rojên 27, 28 û 29`ê Ordîbihêştê beranberî 17, 18 û 19`ê Gulanê tên lidarxistin.