Sê medal bo Îranê li pêşbirkên guleşa azad a nûciwanên Asiyayê
Li roja ewil a pêşbirkên guleşa azad a nûciwanan ên qehremaniya Asiyayê û bijartinê ya olempîka 2018` an a Arjantînê li bajarê Taşkendê ya Uzbekistanê, sê nûnerên Îranê medala zêrê bi dest xistin.
Pêşbirkên guleşa azad a nûciwanan ên qehremaniya Asiyayê û bijartinê ya olempîka 2018`an a Arjantînê li bajarê Taşkendê ya Uzbekistanê destpê bûn. Ev pêşbirk dê du rojan werin domandin.
Li gorî rapora IRNA` yê, li pêşbirjkên roja ewil, Muhemed Kerîmî li wezna 65 kg, Muhemed Noxodî 71kg û muhemed Riza Qiyasî li wezna 80 kg hemî hevrikên xwe işkest dan û medala zêrê bi dest xistin.
Hêjayî gotinê ye ku Muhemed Kerîmî û Muhemed Riza qiyasî du nûnerên Îarnê li wezna 65 û 80 kg ê xêncî bidestxistina medala zêrê ya pêşbirkên guleşta azad a nûciwanên asiyayê, para olempîka nûciwanên 2018ana Arjantînê jî bidestxistin.
Olempîka 2018an a Arjantînê li meha Îlonê were lidarxistin.
Li gor rêziknama van pêşbirkan, her welatî 2 pişk li her riştê ji bo şandinê bo pêşbirkên olempîka nûciwanan heye.