Firişte Kerîmî, bû lîstikvana herî li pêş a fûtsala Asiyayê
Firişte Kerîmî lîstikvana tîma netweyî ya fûtsala jinan a Îranê wek lîstikvanê herî bi nirx êpêşbirjkên qehremaniya Fûtsala Asiyayê hat bijartin.
Nalpra konfederasyona fûtbola Asiyayê, AFCê roja şemiyê li gotûbêja bi Firişte Kerîmî, lîstikvana tîma neteweyî ya Îranê piştî qehremaniya Îranê li pêşbirkên qehremaniya Fûtsala Asiyayê nivîsî: Firişte Kerîmî bi lêxitina 5 golan bû yek ji baştirîn û bibandortirîn lîstikvana tîma neteweyî ya fûtsala Îranê li vê dewra pêşbirkan û roleke giring li qehremniya Îranê hebû.
Her wiha Sara Şîrbêygî lîstikvana tîma neteweyî ya fûtsala jinan a Îranê li hember Japonyayê 9 gol lêxistin û wek xatûna gola fûtsala Asiyayê hat bijartin.
Eva li halekê ye ku Fatime Îtidadî û Ana Amîşîro ji Japonyayê jî her yekê 9 golên pêşbirkên qehremaniya Asiyayê lêxistibûn lê Sara Şîrbêygî li van pêşbirkan, 3 pas gol zêdetir ji lîstikvanên din dabû.
Tîma neteweyî ya fûtsala jinan a Îranê li pêşbirka faynalê a pêşbirkên qhremaniya Fûtsala jinan a Asiyayê 5-2 Japonya işkest da û cardin li Asiyayê bû qehreman.