May 12, 2018 17:53 Asia/Tehran
  • Çend nûçeyên kurt ên werzişî

Karatekarên ciwan ên Îranê li pêşbirkên 17`emîn dewra qaremanîya Asyayê 2 mîdalên Zîv û 2 mîdalên Tûnc bi dest xistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, li dawîya pêşbirkên çiqa ciwanan a hivdehemîn dewra rikeberîyên Karateya Qaremanîya Asyayê ku li Okînavaya Japonê hatin lidarxistin, Nevîd Muhemedî û Ebulfezl Mîrzayî 2 mîdalên Zîv û Elîriza Ferecî û Elîriza Hêyderî 2 mîdalên Tûnc bi dest xistin.

Tîma dukesî ya tênîsa Îranê li pêşbirkên Tênîsa Futures ên Tirkîyê li rêza sêyem cî girt.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, pêşbirkên hefteya hijdehem a rikeberîyên navnetewî yên Tênîsa Futures`ê li Antalyaya Tirkîyê hatin lidarxsitinê û tîma dukesî ya Îranê ji bo amadebûna li fînalê derket pêşberî reqîba xwe.

 

Rafael Nadal werzşkarê yekem ê tênîsa cîhanê ji Spanyayê bi derdana di qonaxa bijartina 4 kesên sereke ya pêşbirkên tênîsa Masters a Madrîdê de, bû sedema ku Racêr Fêdêrêr (Roger Federer), reqîbê wî yê meşhûr ji Swîsê li renkînga bê ya çiqa mêran li tênîsê bibe kesê yekem.