Sibat 15, 2018 10:25 Asia/Tehran
  •  Çend kurtenûçeyên werzişê

Ebulfezl Enwerî xwediyê du medalên tûncê yên guleşa cîhanê û pêşengê Îranê li lîstikên Olempîka 1968`an a Mêkzîkosîtiyê li temenê 79 saliyê emrê xwedê kir.

Vî qehremanê guleşata Îranê li pêşbirkên  cîhanî yên 1966`an  û 1969`an  li weznên +97 û +100 du meadlên  tûncê ên cîhanê bi dest xistin.

 Wî her wiha  li pêşbirkên  cîhanî yên 1967`an  pila 4`an bi dest xist û li lîstikên  Olempîka 1968`an  a Mêkzîko sîtiyê di pila 6`an de cih girt.

  Ebulfezlê Enwerî li lîstikên  Asiyayî yên 1970`an  a Bankûkê jî jibo Îarnê çû meydanê û medala tûncê bi dest xist.

***

 Kişikkarên 21 welatan ji bo beşdariya  li Pêşbirkên Dora şanzdehem a Kupa Xezerê  amadetiyq xwe raghandin.

 Li ser vê esasê kişikkarên  welatên Rûsiye, Emerîka, Fransa, Holenda, Serîlanka, Fîlîpîn, Îtalya, Komara  Azerbaycanê, Belcîkayê, Cezayirê, Tacîkistan, Qezaqistan, Uzbekistan, Hindistan, Iraq û Qirqîzistanê li Pêşbirkên Kişikê yên Dora şanzdehem a Kupa Xezerê beşdar dibin. Ev pêşbirk 27 Sibatê bo mideha 8 rojan li navça  azad a Benderê Enzeliyê li abkurê Îarnê tê li dar xistin.

 Tîmên  Real Madrîd û Liyorpolê li şeva  dudiyan a pêşbirkên  qonaxa  berî faynalê ya lîga  qehremanên  fûtbola Ewrûpayê li hember Parî Sên Jêrmenê û Portoyê bi ser ketin.