Sibat 14, 2018 18:17 Asia/Tehran
  • Nûçeyên werzişî

Li roja dawîn a pêşbirkên navneteweyî yên tekvandoyê li Tirkiyê, keçikên nûgîhan ên îranî 4 mêdalên zêr, zîvek û tûncek bi dest xistin.

Dewra vegerê ya qonaxa dawîn a 23`emîn dewra pêşbirkên lîga sereke ya bedmîntona mêran a klûpên welêt (kapa Kendava Farsê ya rêzgirtina ji Deheka Fecrê wê sibê û dusibê bi mazûvaniya tîma Şehîdên Berevanên Heremê yên Kirmanşahê, wê li vê bajarê were lidarxistin.

Tîma Rah Yab a Sinê li hefteya 17`an a pêşbirkên fûtbola lîga bijare ya jinên welêt, bi gulekê li hember mêvanê xwe yanê tîma Zob Ahen a Îsfehanê şikest xwer.

Mensûr Kiyanî, rêvebirê taxima guleştê ya parêzgeha Kirmanşahê, ragihand ku navê sê guleştgirên kirmanşanî ketiye lîsteya dawîn a tîma neteweyî ya azad a temendaran a welêt ji bo beşdariya li pêşbirkên navneteweyî yên Ûkraynê. Hamid Reşîdî, Erşek Muhibî û Yedila Muhibî, guleştgirên kirmanşanî ne ku ketina nav lîsteya tîma neteweyî ya guleşta azad.