Nûçeyên werzişî
Sê azadkarên kirmaşanî berê xwe didin pêşbirkên navneteweyî yên guleşta Ukraynê.
Sekreterê taxima guleştê ya parêzgeha Kirmaşanê raghand ku navê sê guleştvanên kirmaşanî ketiye nava lîsteya tîma neteweyî ya azad a temendarên welêt ji bo beşdariya li pêşbirkên navneteweyî li Ukraynê. Mensûr Kiyanî roja sêşemiyê li gotûbêja bi nûçegîhanê IRNA`yê re diyar kir: Hamid Reşîdî, Erşek Muhibî û Yedullah Muhibî guleştvanên kirmaşanî ne ku tevlî lîsteya tîma neteweyî ya guleşta azad bûne.
- Pêşbirkên karateya jinan a qehremaniya nûciwan, ciwanan û temendarên welêt, rêzgirtina ji deheka Fecrê û bîranîna 5400 şehîdên parêzgeha Kurdistanê, duşemiyê 23 Behmenê bi lidarxistina pêşbirkên temendaran û bi beşdariya 305 karatekaran ji 31 parêzgehên welêt li pişkên karataya takekesî, tîmî û komîta takekesiyê li werzişgeha Azadiya Sineyê hat li dar xistin.
- Tîma fûtsalê vegerya welêt
Endamên tîma neteweyî ya fûtsala Îarnê piştî bidsexistina 12 mîn qehremaniyê li Asiyayê vê sibê vegeryan welêt.