Sibat 12, 2018 17:54 Asia/Tehran
  •  Duçerxesuwarê îranî medala tûncê ya qehremaniya Asiyayê bi dest xist

Mehdî Suhrabî duşerxesuwarê tîma neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê li pêşbirkên duşerxesuwariya qehremaniya Asiyayê li Miyanmarê medala tûncê bi dest xist.

 Li gorî rapora roja duşmiyê ya IRNA`yê, Mehdî Suhrabî li pêşbirkên  duşerxesuwariya qehremaniya Asiyayê li Miyanmarê li riya 176 km  ajot û  medala  tûncê  bi dest xist.

 Duşerxesuwarên  îranî bi bidestxitina vê medalê karîn ku sercem bi çar medalan, pêşbirkên  qehremaniya Asiyayê ya 2018an  dawî bînin.

 38 mîn  dewra pêşbirkên  duşerxesuwariya qehremaniya Asiyayê ya temendaran, 24 mîn dewra pêşbirkan ya ciwanan û heftemîn  dewra pêşbirkên  pêşnegên  Asiyayê ji 8 heya 12 Sibatê li Miyanmarê hat lidarxistin.