Sibat 12, 2018 17:45 Asia/Tehran
  •  Serketina  Almanyayê li dawiya roja dudiyan a olempîka zivistanê ya 2018`an a Koreya başûrî

Li dawiya duwem roja 23 mîn dewra olepîka zivistanî Almanya sê medalên zêr û tûncek bi dest xist û derket pila ewilî.

 Li gorî rapora Mêhr Newsê, 23 mîn dewra lîstikên  olempîka zivistanî ji 20 Behmendê bi mazûvaniya Piyong çanga  Koreya başûrî destpê bûye û dê heya 6 Reşemê jî bidome.

 Li dawiya roja dudiyan karwanê Almanyayê sê medalên  zêr û tûncek bi dest xist û derket pila ewilî.

 Almanya bi 156 nûnerên xwe beşdarê vê olempîkê bûye.

 Piştî welatê Almanyayê heya niha  ku lîstikên  roja sisyan li halê şopandinê ye, karawnê 34 kesî yê Holendayê bi bidsetxistina  du medalên  zêr, du zîv û tûncekê di pila dudiyan de sekiniye. Tîma Emerîkayê bi 243 nûneran jîdu medalên zêr, zîvek û tûncek bi dest xistiye û derketiye pila sisyan.

 Lîstikên  roja sisyan a olempîka  zivistanê tim  li halê lidarxistinê ye. karwanê Îranê jî bi 4 nûneran beşdarê van pêşbirkên zivistanî bûye.