Sibat 11, 2018 18:22 Asia/Tehran
  • Çend nûçeyên kurt ên werzişî

Pêşbirkên Codaya jinan bi amadebûna 300 werzişkarî li Qumê destpê bûn. Cîgira seroka desteya Codoya Qumê bal kişand ser lidarxistina pêşbirkên Codoya jinan ên Kûpa hezreta Fatimê (S) û got: Ev pêşbirkana duh bi pişkdarîya 300 werzişkarî destpê bûn û îro bi qaremanîya tîma Hemedanê bi dawî hatin.

Sîma Şahzade Cîgira seroka desteya Codoya Qumê di vî warî de herwisan got: Tîma Hemedanê bi 2 mîdalên Zêr, 3 mîdalên Zîv û 4 mîdalêz Tûnc bû qareman û tîma Loristanê bi mîdaleke Zêr, 3 mîdalên Zîv û 2 mîdalên Tûnc li rêza duyem û tîma Mazenderanê jî bi mîdaleke Zêr, mîdaleke Zîv û mîdaleke Tûnc li rêza sêyem cî girt.

* Pêşbirkên Karateya mêran di çiqên tezelaw, law, bin 23 salan û mezinan de bi mazûvanîya bajarê Sinê didomin û li pişka tîmî ya mezinan, tîma Têhranê bû qaremana pêşbirkan.

* Perham Meqsûdlû hostê kişika Îranê bû qaremanê 26`emîn dewra pêşbirkên navnetewî yên kişika Kûpa Fecrê ku li bajarê AMolê hatin lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, li pêşbirka fînalê ya 26`emîn dewra pêşbirkên navnetewî yên kişika Kûpa Fecrê ku di navbera Perham Meqsûdlû û Êhsan Qaimeqamî wek du hostên kişka Îranê de hat lidarxistinê, Perham Meqsûdlû karî ji reqîbê xwe bibe û li dawîyê bû qaremanê 26`emîn dewra pêşbirkên navnetewî yên kişika Kûpa Fecrê.