Sibat 10, 2018 16:41 Asia/Tehran
  • Li pêşbirkên Duçerxesiwariya Qaremaniya Asyayê li Miyanmarê, Îran duyemîn medala xwe bi dest xist

Arvîn Muezemî Gûderzî, medala tûnc a pêşbirkên Time Trîlê yên tek kesî yên Qaremaniya Asyayê li Miyanmarê bi dest xist.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, sêyemîn roja dewra 38`an a pêşbirkên duçerxesiwariyê yên li rê yên Qaremaniya Asyayê li asta temenê ya mezinan û dewra 24`an a li pişka ciwanan, îro şemiyê 21`ê meha Behmena sala 1396`an a Koça Tavî, (10`ê Sibatê) dest pê bûn û duçerxesiwarên Îranê mêdaleka din jî bi dest xistin.

Li wê rojê, pêşbirkên Time Trîlê yên mêrên temendar li dûratiya 42 kîlometreyê hatin lidarxistin ku Arvîn Muezemî Gûderzî, duçerxesiwarê Îranê karî piştî nûnerên Hongkong û Koreya Başûr, pileya sêyemîn bi dest bixe û mêdala tûnc jî bibe. Eva duyemîn mêdala Îranê ya li van pêşbirkan e.

Li yekemîn roja pêşbirkan jî tîma Time Trîl a mêran a Îranê, piştî bi salan karî mêdala zîv a Asyayê bi dest xîne.

Li dewama pêşbirkên îro jî duçerxesiwarên ciwan ên Îranê li pişka istixametê ketin rikeberiyê.

Dewra 38`an a pêşbirkên duçerxesiwariyê yên li rê yên Qaremaniya Asyayê, li asta temenê ya mezinan, dewra 24`an a pêşbirkên li asta temenê ya ciwanan û dewra heftemîn a pêşbirkên Pêşengên Asyayê, ji 19 heta 23 Behmenê va li Miyanmarê tên lidarxistin.