Çile 13, 2018 17:07 Asia/Tehran
  • Iskîbazên Îranê çend mîdal li pêşbirkên Rewanê bi dest xistin

Iskîbazên îranî yên pişkdarê pêşbirkên navnetewî yên Iskîya Ermenistanê li her du çiqên mêr û jinan çend mîdal bi dest xistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mehr`ê, di yekem roja pêşbirkên navnetewî yên iskîya li çolê ku li Rewanê tê lidarxistin, iskîbazên îranî mîdaleke Vîz û mîdaleke Tûnc bi dest xistin.

Li çiqa 10 kîlomêtir a mêran a van pêşbirkana Seyîd Setar Sêyd piştî werzişkarê ermenistanî li rêza duyem cî girt û werzişkarekî ermenistanî jî li rêza sêyem cî girt.

Li vê pişkê Yeiqûb Kîya-Şêmşekî ji Îranê jî li rêza şeşem cî girt.

Li pişka jinan û li çiqa 5 kîlomêtrê jî xatûn Semane Bêyramî-Bahêr ji Îranê li rêza sêyem cî girt.

Pişkdarîya li pêşbirkên navnetewî yên Iskîya Ermenistanê wek amadekarîyekê ji bo tîma Îranê ye.