Nûçeyên werzişî
Pêşbirkên guleşa pehlewaniya qehremaniya Îranê li Meşhedê destpê bû.
- Berpirsê lidarxistina van pêbirkan ji nûçegîhanê IRNA`yê re got: Ev pêşbirk li 6 weznên 60, 70, 80, 90û 100 kg tên li darxistin û nîşana pehlewaniyê jî li wezna serayî 100 kg ê dê raberî serketiyê van pêşbirkan bibe. Hesen Bezrefşan got: 125 guleşvan ji 25 parêzgehan li van pêşbirkan beşadr bûne û weznkêşî ji siet 7:30 heya 8 ê vê sibê cih hat.
- 2 Îskîbazên elburzî li yekim pêşbirkên lîga navneteweyî ya îskiya Alpaynê ku li pîsta derbend serê hat lidarxistin, bi ser ketin.
- Fêrkarê tîma neteweyî ya Kampondê bal kişand ser şandina tîma kamponda jinan û mêran bo pêşbirkên qehremaniya cîhanê li Emerîkayê got: Em hewl didin ger bikaribin 8 kemandarên jin û mêr bişînin Emerîkayê.