Çile 10, 2018 19:53 Asia/Tehran
  • Lihevkirina rayedarên Makû û Agrîyê ji bo berfirekirina geştên tûrîsmê

Qayimeqamê Makûyê li parêzgeha Azerbaycana Rojava li bakûra rojavaya Îranê ragihand ku lihevkirina digel berpirsên parêzgeha Agirî ya Tirkîyê ji bo geşedana geştên tûrîsmê yê di pêşerojê de were wajokirin û got: Çalakîyên geştên tûrîsmê bi aramnca nasandina cih û warên balkêş ên xwezayî û dîrokî yên Makû û Agirîyê li van deverana dê bên berfirekirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Şahîn Elîzade îro li hevdîtina digel rêvebirê giştî yê sazîya mîrata çandî, pêşeyên destî û tûrîsma Azerbaycana Rojava herwiha got: Heke nivîsgehên xizmetguzarîyên rêwîtî û geştyarîyê yên Makûyê bikaribin planên xwe di vî warî de raber bikin, bê guman em ê bikarbin derfata pêkhatî ji bo nasandina parêzgeha xwe bi kar bînin.

Wî amadebûna xwe ji bo cihanîna planên çandî, lidarxistina nîşangehan û destexwûşkbûna Makûyê digel bajarên Tirkîyê ji bo geşedana geştyarîya vî şarî ragihand û destpêkirina projên tûrîsmê pêwîstîya cihanîna sîyasetên geşedan  ûpêşxistina tûrîsma navçê zanî.

Rêvebirê giştî yê sazîya mîrata çandî, pêşeyên destî û tûrîsma Azerbaycana Rojava jî li vê hevdîtinê qedrê hewildanên qayimeqamê Makûyê yên warê geşedana tûrîsma vî şarî girt û got: Plana berfire ya binesazî û pêkhateya Makûyê ku tê amadekirin dê bibe sebeb ku rû û hêla dîrokî ya vî şarî ji bo geştyar û rêwîyan bê nîşandayîn. Celîl Cebarî herwiha got: Geştên seredan û seyranê û dabînkirina şert û merc û imkanên mayîna rêwî û tûrîstan li Makûyê ji bo geştyarên ji derîyê sînorî yê Bazerganê va tên, yê alîkarîyê bide geşedana tûrîsmê û pêkanîna derfetên karkirinê li vî şarî.

Wî herwiha got: Pêşeya geştyarîyê li Makûyê bi saya potansîyelên dîrokî, çandî û xwezayî dikare alternatîvek baş ji bo pişkên din ên aborîyê be.

Rêvebirê giştî yê sazîya mîrata çandî, pêşeyên destî û tûrîsma Azerbaycana Rojava hevdîtinên digel rayedarên welatên cînar di warê geşedana geştyarîyê de gellekî girîng zanîn û got: Bê guman hevdîtinên berpirsên bajarên ser sînoran ligel parêzgarên welatên cînar dê bibin sedema pêşketin û geşedana dualî ya tûrîsmê.