Çile 10, 2018 16:42 Asia/Tehran
  • Çend kurtenûçeyên werzişî

Serokê desteya Bedmîntona parêzgeha Kirmanşanê ragihand ku werzişkara kirmanşanî ya lîstika Bedmîntonê dê li dewra amadekarîya tîma netewî ya ji bo pişkdarîya li pêşbirkên navnetewî yên Kûpa Fecrê pişkdarîyê bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hûmen Roşenî di vî warî de got: Atêna Hemîdîfer werzişkara kirmanşanî ya Bedmîntonê ji bo dewra amadekarîyê ya tîma netewî ya jinên Îranê hatîye vexwendin. Wî herwiha got: Yekem dewra amadekarîya tîma netewî ya Bedmîntona keçikên Îranê dê ji 12 heta 17`ê Çilê li werzişgeha taybet a vê fêdêrasyonê bê lidarxistin.

Pêşbirkên zorxaneyî yên qaremanîya Îranê li Meşhedê destpê bûn

Pêşbirkên zorxaneyî yên qaremanîya Îranê îro bi pişkdarîya 8 tîm ji parêzgehên curbicur li salona Şehîd Bêhêştî ya Meşhedê destpê bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ebas Celîlîyan serokê desteya werzişên pehlevanî û zorxaneyî ya Xorasana Rezewî li rex van pêşbirkana got: Pêşbirk yê bi pişkdarîya tîmên parêzgehên Isfehan, Yezd, Qom, Xorasna Rezewî, Mazenderan, Xorasana Başûr, Kurdistan û Kirmanşanê bên lidarxistin.

 

Werzişkarê Skîyê yê parêzgeha Elborzê mîdala Zîv a pêşbirkên lîga navnetewî ya Skîyê bi dest xist.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Serokê desteya Alpine a parêzgeha Elborzê  got: Yekemîn dewra pêşbirkên lîga navnetewî ya Skîya Alpine bi merema bidestxistina pişka pêşbirkên Olempîka 2018`an a Koreya Başûr bi mazûvanîya vê parêzgehê hat lidarxistin.

Sadiq Kelhor herwiha got: Li vê devera pêşbirkan, Seyîd Mirteza Ceiferî skîbazê elborzî karî li rêza duyem a çiqa çep û rastê cî bigire.