Li Li parêzgeha Kurdistanê festîvala helbest û çîrokên kurdî tê lidarxistin
Serokatiya Komîteya Hunerê ya parzêgeha Kurdistanê diyar kir ku dê îsal 9em Festîvala Helbest û Çîrokan were birêvebirin
Li gorî agahiyên ajansa Mehrê, Lijneya Rêveber a 9em Festîvala Parêzgayî ya Helbest û Çîrokan li Kurdistanê bi amadebûna mamosteyên çand û wêjeya kurdî civîna xwe li dar xist.
Di civînê de mamaosteyên helbest û çîrokên kurdî Rehîm Loqmanî, Kambîz Kerîmî, Mihemed Riza Kelhûrî, Emced Weysî, Riza Emîrî, Hadî Yûsifî, Bêhruz Xeyriye û Îrec Kakî amade bûn.
Ev festîval her sal ji bo rêzgirtina li hemberî mamosteyên kurdî tê birêvebirin û herwisa festîvala 8em ji bo bîranîna çîroknûsê kurd Seyid Îbrahîm Stûde hatibû lidarxistin. Tê payîn ku festîvala îsal jî li ser navê mamaosteyê wêje û helbestvanê kurd Seyid Mehmûd Guleş were birêvebirin.
Di vê festîvalê de dê di warê helbest û çîrokê de beşdarbûn pêkan be û dê bi zimanê kurdî û farisî be. Herwisa dê div ê festîvalê de helbest û çîroka herî baş a ciwanên kurd were hilbijratin.