Çile 09, 2018 16:55 Asia/Tehran
  • Lîga Sereke ya Têkvandoyê/ Zanîngeha Azadê bû qaremanê demsala yekemîn a pêşbirkan

Dosya pêşbirkên Lîga Sereke ya Têkvandoyê yên Klûpên Welêt, bi qaremaniya Zanîngeha Azadê li Mala Têkvandoyê hate girêdan.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan  a Mehr`ê, lîstikên hefteya nehe mheya yanzdehem ên van pêşbirkan, duh duşemiyê (8`ê Çilê) bi beşdariya 11 tîman li Mala Têkvandoyê hate lidarxistin.

Tîma Zanîngeha Azadê îro sê cara çû meydanê û bi serketina li hember Taxima Têkvandoyê ya Bakûrê Rojhilat, Teawoniya Înqilabê ya Şehryarê û Pasê ya Qewamînê, 9 pûen bi dest xistin û bi 28 pûenan bû qaremanê demsala yekemîn.

Şaredariya Weramînê, tîma din a serketî ya vê hefteyê bû ku piştî serketina bi encama 6-2 li hember tîma Kelûpelên Malê ya `Ken`ê ku tîma yekemîn a van pêşbirkan bû, herwiha tîmên Melevan û Yasînê Pîşrû jî şikest bide û bi 27 pûenan bû tîma duyemîn a pêşbirkan.

Tîma Kelûpelên Malê ya Kenê jî piştî şikesta li hember Şaredariyê, Melewan şikest da û bi 23 pûenan bû tîma sêyemîn.