Beşdariya Spanya, Ûkrayn û Azerbaycanê li fûtbola perravî ya Parshian Kap`ê
Dewra duyemîn a pêşbirkên navneteweyî yên fûtbola perravî ya Persian Kap`ê, bi beşdariya sê tîmên biyanî ji meha Behmena sala 1396`an a Koça tavî ve li parêzgeha Bûşêhrê wê werin lidarxistin.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan MEHR`ê, dewra duyemîn a pêşbirkên navneteweyî yên fûtbola perravî ya Persian Kap`ê, wê ji 7 heya 9`ê meha Behmena îsal ve (27 heta 29`ê Çileya 2018an), bi mazûvaniya parêzgeha Bûşêhrê û Klûpa werzişî ya Parsa Başûr were lidarxistin.
Her di vê çarçoveyê de tîmên beşdar li van pêşbirkan diyar bûn ku tîmên neteweyî yên Spanya, Okrayn û Komara Azerbaycanê, wê jibo lîstina li hember şagirdên Oktavoyê herin Bûşêhrê.
Yekemîn dora van pêşbirkan, meha Behmena buhurî bi beşdariya tîmên Îtalya, Okrayn û Polayê hat lidarxistin û bi qaremaniya tîma neteweyî ya fûtbola perravî ya Îranê bi dawî hat.