Qaremaniya tîma Îranê li pêşbirkên guleşta ferengî ya Pêşengên Cîhanê
Cotmeh 13, 2017 19:47 Asia/Tehran
Tîma guleşta ferengî ya Pêşengên Cîhanê heft mêdalên zêr û pênc mêdalên tûnc bi dest xist û bû qaremanê pêşbirkên guleşta ferengî ya Pêşengên Cîhanê li Bolxaristanê.
Li gorî rapora IRNA`yê, piştî tîma Îranê, Rûsye bi çar mêdalên zêe, şeş zîvan û şeş tûncan, bû dûyemîn a van pêşbirkan.
Tîma Amerîkayê jî pileya sêyemîn a pêşbirkên guleşta ferengî ya Pêşengên Cîhanê li Bolxaristanê bi dest xist.
Pêşbirkên guleşta ferengî ya Qaremaniya Pêşengên Cîhanê, rojên 10 heya 12`ê Cotmehê li bajarê Pilodîva Bolxaristanê hatin lidarxistin.